• Monday, 22 July 2024
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera 59 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera 59 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê
dibêje mamosteyên Kurdistanê roleke gelek girîng lîstine.




59mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bi germî li tevahiya mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê pîroz dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Erk û xebata perwerdeyî û xizmeta wan ya mezina ji bo nifşên Kurdistanê, bi bilind û bi rûmetê ve dinirxînîn.

Mamostayên Kurdistanê li hemû qonaxan da bi dilsozî roleke ber bi çav û mezin li perwerdekirin û pêgehandin û fêrkirina nifş li pey nifşên Kurdistanê da dîtiye û li rewş û rojên dijwar û li nebûnê da jî li xizmet û perwerdekariyê berdewam bûn û rê nedane proseya xwendinê rawestê, ji bo wê yekê herdem cihê spas û destxweşî û rêz û pesnêne.

Perwerdeya dirust koleke û bingeha serekiya hemû civakeke bi agah û zîndî û pêşketiye ku mamosta rêberiya wî dikin. Niha û paşeroja nifşan emanetê mamostayane û dûpat dikîn ku mamostayên Kurdistanê hêjayî xizmet û guzeraniyeke baştirin û dibê hemû mafên wan parastî bê.

Silav li mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê û bîranîna damezrandina yekîtiya wan pîroz û bi rûmet bê.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

15.05.2021
Top