• Thursday, 18 July 2024
logo

Parlamentoya Ewropayê derbarê rewşa Tirkiyê dicive

Gulan Media April 26, 2021 Nûçe
Parlamentoya Ewropayê derbarê rewşa Tirkiyê dicive
Parlamentoya Ewropayê îro derbarê rewşa Tirkiyê de dicive û rewşa mafên mirovan li Tirkiyê û egera ragirtina proseya endambûna Tirkiyê di wê yekîtiyê de tê gotûbêjkirin.

Di civînê de wê seroka Komisyona Ewropayê, Ursula Von Der Leyen û serokê Encûmena Ewropayê, Charles Michel beşdar bibin.

Yekîtiya Ewropayê ji rewşa mafên mirov û jinan li Tirkiyê nerazî ye. Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Ewropayê raporteke taybet bi rewşa Tirkiyê amade kiriye, pêşkêşî herdu serokên Komisyon û Encûmena Ewropayê dikin.

Di civînê de, rewşa mafên mirovan li Tirkiyê û egera ragirtina proseya endambûna Tirkiyê di wê hevpeymaniyê de tê gotûbêjkirin.

Ewropî rewşa mafên mirov û jinana li Tirkiyê bi cihê nîgeraniya kûr dibînin. Von der Leyen di dema serdana xwe de bo Enqereyê, berî 20 rojan, ew mijar ji berpirsên Tirkiyê re ragihand.

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen dibêje: “Ez bi kûrahî nîgeran im ji wê yekê ku Tirkiye ji peymannameya Stenbolê vekişiya, ji ber ku ev yek taybet e bi parastina mafên jinan û parastina mafên zarokan ji tundûtûjiyê, ev nîşaneke şaş e. Pêwîst e Tirkiye rêzê li yasa û standarda navdewletî ya mafên mirovan bigire.”

Komîteya Karûbarên Derve ya Parlementoya Ewropayê raporteke taybet bi rewşa Tirkiyê amade kiriye, pêşkêşî herdu serokên Komisyon û Encûmena Ewropayê dikin. Ew raporta Parlementoya Ewropayê nîşanê b wê yekê dide ku:

“Tirkiye ji bihayên Ewropayê dûr ketiye. Di mafên mirovan de bipaş ketiye. Ewropa ji awayê cîbicîkirina desthilata yasayê û bikaranîna xirab a yasaya dijeterorê li Tirkiyê nîgeran e. Enqee rojnamevan û çalakvanan bi koman digire. Daxuyaniyên gefdar li dijî endamên Yekîtiya Ewropayê dide, bi taybetî Yûnan û Qubrisê.”

Raporta Parlementoyê nîşanê bi wê yekê dide, divê Yekîtiya Ewropayê girêdayî alîkarîkirina Tirkiyê be, di serederiya ligel dosyeya penaberan de, ji ber ku nêzîkî 4 milyon penaber li wî welatî hene, nêzîkî 3 milyon û nîvê ji wan Sûrî ne.

Derbarî wê yekê jî, eger Tirkiye di wan waran de ku nîşan pê daye serederiya xwe neguhere û dest ji wê arasteya takrewî bernede, ji dest diçe, ji ber ku raportê pêşniyaz kiriye, pêwsît e Komisyona Ewropayê bi fermî danûstandina taybet bi endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de ragire.

Rudaw
Top