• Thursday, 18 July 2024
logo

Ava Çemê Ferat bi awayekî metirsîdar kêm bûye

Gulan Media April 26, 2021 Nûçe
Ava Çemê Ferat bi awayekî metirsîdar kêm bûye
Di van çend rojên dawî de careka din Tirkiyê ava çemê Ferat li ser Sûriyê kêm kiriye.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, ji ber ku berdana ava Çemê Ferat di destê Tirkiyê de ye, li gorî pêwîst rê nade av derbasî nav xaka Sûriyê bibe, ev yek jî bûye metirsî ku dibe di encamê de, karesateke mirovî derkeve.

Li gorî daxuyaniyeke Rêveberiya Giştî ya Bendavên Feratê li Sûriyê, Adara 2021ê, asta ava ku ji bo Cerablusê tê berdan, di Nîsana îsal de daketiye 200 metrên sêca di çirkeyekê de.

Di demekê de ku li gorî rêkeftinên di navbera Sûriye û Tirkiyê de, para Sûriyê ji wê rêjeyê, 500 metreyan sêcar di çirkeyekê de ye.

Asta Gola Feratê jî 3 metereyan daketiye.

Nişteciyên navçeyên derdora keviyên Çemê Feratê, ava vexwarinê û avdana zeviyan ji wî çemî dibin, pêdiviya wan a rojane bi bêhtirî 160 heta 200 metre sêca av heye, girtina avê ji aliyê Tirkiyê ve jiyana nêzîkî 5 milyon kesan dixe metirsiyê.

Çavkaniya ava Feratê ji Çiyayê Torosê li Tirkiyê û herwiha çiyayên Bakurê Kurdistanê ye. Ew çem li devera Cerabusê derbasî nav xaka Sûriyê dibe û di bajarên Reqa, Dêre Zor û Elbûkemal re derbas dibe piştre dikeve nav xaka Iraqê.

Dirêjiya Feratê nêzîkî 2 hezar û 940 kîlometre ye, ji wê 610 kîlometre di nav xaka Sûriyê ye. Panahiya çem jî derdora 200 metreyan e.

Çemê Firat jî çekemekî Kurdistanê ye, ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û di ber Kobanî re derbas dibe û li Başûrê Kurdistanê jî tevlî çemê Dicle dibe.

Rudaw
Top