• Thursday, 18 July 2024
logo

Ji Ermenistanê yekem daxuyaniya li ser biryara Biden

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
Ji Ermenistanê yekem daxuyaniya li ser biryara Biden
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re nivîsand, ku bûyerên 1915an weke jenosîd bi nav kir. Nikol Paşinyan di nameya xwe de dibêje xelkê Ermenistanê bi erênî pêşwazî li biryara Biden kirin.

Piştî Serokê Amerîkayê Joe Biden, bûyerên 1915an yên di 24 ê nîsanê de destpêkiribûn wek “Jenosîda Ermeniyan” nîşan da, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan nameyek ji wî re şand.

Li gorî Reutersê, Paşînyan di nameyê de diyar kir ku "Ermeniyên li çar aliyê cîhanê pêşwaziya naskirina jenosîdê kirin".

Paşînyan helwesta Biden weke "gava wî ya xurt ber bi dadmendiyê û piştgiriya wî ya bêhempa ji mirazên qurbaniyên qirkirina Ermenî" ve pênase kir û bi wê boneyê spasiya Biden kir û got: “Pejirandina jenosîdê piştî şerê Qerebax ji Ermenistanê re mijareke ewlehiyê ye.”

Ji aliyê din ve, Paşînyan di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got: “

“Ji bo hemû Ermeniyan rojeke girîng bû. Piştî biryarên ku di sala 2019an de ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve hate pejirandin, Serok Biden bîranînên qurbaniyên Qirkirina Ermenî rûmetdar kir. Amerîkayê carek din dilsoziya xwe ya bê hempa ya parastina mafên mirovan û nirxên gerdûnî nîşan da.”

Rudaw
Top