• Thursday, 18 July 2024
logo

Xwendekareka Kurd hate cezakirin

Gulan Media April 25, 2021 Nûçe
Xwendekareka Kurd hate cezakirin
jiber bûyera xistina balefira Ukraynî hatibû girtin.
18 meh cezaya girtîgehê jê re hatiye dayîn.

Xwendekara Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê û endamê berê yê komîteya birêveberatiya Xwendekarên pêşketinxwaz yên îslamî, Xezal Mesûm Şahî ku xelkê Kirmaşanê ye, jiber diyar kirine nerazîbûna xwe ya li hember xistina balefira Ukraynî ji aliyê Îranê ve hatibû girtin.

Xezal ku ji aliyê spaha Pasdaran ve hatibû girtin û di girtîgehê de jî mabû, ji aliyê dadgeha Îranê ve jî hate cezakirin û dadgeh cezaya 18 mehan girtîgehê jê re daye.
Top