Efrîn – Hemwelatiyekî kurd di bin îşkencê de jiyana xwe ji dest da
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrewa welatiyê bi navê Yehya Hemguro piştî ku diya wî roja 9ê Nîsanê miribû, merivekî xwe di xaniyê diya xwe de bi cih kir û xanî neda çekdaran, çekdarên Ehrar El-Şamê roja 18ê Nîsanê ew revandin û eşkence kirin û piştre berdan, lê ji ber lêdan û eşkencedanê jî duhî 24ê Nîsanê canê xwe ji dest da.
Ev ne cara yekem e welatiyekî Efrînê di bin hovîtiya eşkenceya grûpên çekdar de tê kuştin, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de û heta, zêdetir ji 45 welatiyên Kurd di bin eşkencedeya çekdaran de hatine kuştin.
Roja 6ê Adara borî jî li gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco kalemêrê 73 salî Şêxmûs Qasim piştî ku ji aliyê grûpa Feyleq El-Şam ve hatibû, di girtîgehê de di bin eşkenceyên hovane hatibû kuştin.
Basnews