• Thursday, 18 July 2024
logo

Antony Blinken telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir

Gulan Media April 24, 2021 Nûçe
Antony Blinken telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir
Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kirin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û pişt re jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka peywendiya han de wisa nivîsandiye;

Êwara înê 23ê Nîsana 2021an wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken telefûna me kir.

Di peywendiya han de me giftûgo derbarê çend babetên girîng yên bo her du aliyan kir. Derbarê pêşhatên ewlekarî yên deverê de jî, me her du aliyan bi tundî êrîşên mûşekî û balefirên dorne li dijî herêma Kurdistanê û navendên Îraq û hêzên hevpeymaniya cîhanî şermezar kir.

Em her du alî li ser pêwîstiya hebûna hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê û girîngiya berdewam bûna piştîgîrî kirina hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Îraqê di şerê dijî DIŞIê de hemfikir bûn, herwiha li ser girîngiya yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê jî hemfikir bûn.

Pejrandina proje qanûna giştî ya fedralî, reformên hikûmeta herêma Kurdistanê mijarên din yên giftûgoya me bûn.

Di berdewamiya peywendiya telefûnî de, me balkêşande ser bernameya reforman ya hikûmetê yaku bo zêde kirina dahat bi rêya cîhbicîh kirina sazmandehiyeke giştî di darayiya giştî de.

Me daxwaz ji wezîrê derve yê Amerîkayê kir ku piştgîriya hikûmeta herêmê bike di warê tenknîkî û handana sermayegozariya Amerîkî li herêma Kurdistanê de bi taybetî li her du warên bankî û hilbirînê de.

Di beşeke din ya peywendiya han ya telefûnî de me pêşwaziya pejrandina proje qanûna bûdceya giştî ya fedralî kir û balkêşande ser vê yekê ku, hikûmeta herêmê li bendê ye ku Bexda bilez şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê bişîne. Me herwiha tekez li ser pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi proje qanûna han kir û daxwaz ji wezîrê derve yê Amerîkayê kir daku rola xwe ya bi bandor bo hevkarî kirina Hewlêr û Bexdayê bilîze bo cîhbicîh kirina proje bûdceyê û çareser kirina kêşe û nakokiyên hilwastî yên din û herwiha bo ku herêma Kurdistanê bi awayeke dadmend para xwe ji wan deynên navnetewî werbigire ku ji Îraqê re têne dayîn.

Di berdewamiya peywendiya han ya telefûnî de me nîqaş derbarê hilbijartinên pêş yên Îraqê de jî kir û hewiha me dilgiraniya xwe jî li hember komên çekdar yên derqanûnî diyar kir ku kêşe û asteng bo hevbeşî Amerîka li gel Îraq û herêma Kurdistanê û lidarxistina hilbijartineke azad û şefaf çê dikin ku ev yek jî amanca herêma Kurdistan, Îraq û civaka cîhaniye. Di dawiyê de me her du aliyan tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina temamî ya rêkeftina Şingalê kir.
Top