• Thursday, 18 July 2024
logo

Wezîrê Derve yê Îranê serdana Hewlêr û Bexdayê dike

Gulan Media April 24, 2021 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê serdana Hewlêr û Bexdayê dike
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade eşkere kir ku biryar e Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike û ligel rayedarên payebilind ên Iraq û Herêmê bicive.

Seîd Xetîbzade eşkere kir ku bi mebesta gotûbêjkirina rewşa herêmê, biryar e roja yekşemê 25ê Nîsana 2021ê, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Iraqê bike.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e di serdana xwe de Wezîrê Derve yê Îranê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Top