• Thursday, 18 July 2024
logo

Herêma Kurdistanê îdiaya derbarê binkeya Îsraîlê de red kir

Gulan Media April 23, 2021 Nûçe
Herêma Kurdistanê îdiaya derbarê binkeya Îsraîlê de red kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike, ku ti binkeyeke Îsraîlê di nav axa Herêma Kurdistanê de hebe û daxwaza encamdana lêkolîneke zelal û şandina komîteyeke taybet bo destnîşankirina wî cihê ku qaşo tê gotin binkeya Îsraîlê lê ye, ji Iraqê dike, daku “rastî bêne aşkerekirin û Herêma Kurdistanê bê sedem neyê tometbarkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di daxuyaniyekê de bersiva raporteke kanala televîzyonî ya Afaq a Iraqî da ku têde behsa wê yekê hatiye kirin, ku qaşo hikûmetê rê daye binkeyeke Dezgeha Istixbarata Îsraîlê MOSSADê li Hewlêrê bê vekirin.

Cotyar Adil dibêje, wê kanala Iraqî hebûna binkeyeke Îsraîlê di nav axa Herêma Kurdistanê “ji xeyala xwe ve çê kirine û ji bilî vê yekê tiştekî din tune ye.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Armanca wê kanalê xapandina raya giştî û xirakirina navbang û têkdana rûmeta Herêma Kurdistanê ye û hewleke ji bo tometbarkirinekê ku me herdem red kiriye û me pêdagirî li ser vê yekê kiriye ku ti binkeyeke Îsraîlê û ti îsraîliyek li Herêma Kurdistanê nînin.”

Cotyar Adil herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku “ewên kîn di dilê wan de ye, bi xwe jî vê rastiyê dizanin û fêm dikin, lê belê berdewam in li ser siyaseta propagandaya reş û siyaseta xwe ya dijminatiyê û berdewam in li ser gotin û dubarekirina wan tometên bê bingeh.”

Adil dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mafê xwe dizane ku dozê li dijî kanala asmanî ya Afaq a Iraqî veke.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamento û Serokê Desthilata Dadweriya Iraqê jî dike ku demildest lêkolîneke zelal derbarê mijarê de destpê bikin û komîteyekê pêk bînin û bo destnîşankirina cihê qaşo binkeya Îsraîlê ya ku kanala Afaq behsa wê kiriye, wê komîteyê bişînî herêmê, “daku sînorek bo van core tometên derew û metirsîdar ên nerewa bê danîn.”

Cotyar Adil tekez dike, ku ew tomet bi awayekê sitemkarî li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Cotyar Adil destnîşan kiriye, belavkirina tometên bi wî awayî “sivikatîkirin û bêrêzî ye li hember tevahiya welat.”

Rudaw
Top