• Thursday, 18 July 2024
logo

Parlementereka êzîdî: Komên çekdar li Şingalê hêzên xwe sê qatan zêde kirine

Gulan Media April 22, 2021 Nûçe
Parlementereka êzîdî: Komên çekdar li Şingalê hêzên xwe sê qatan zêde kirine
Parlementereka êzîdî dibêje, komên çekdar yên li Şingalê li şûna ku hêzên xwe ji Şingalê derxînin, hêzên xwe sê qatan zêde kirine.

Parlementera êzîdî li parlementoya Iraqê, Xalîde Xelîl ji BasNewsê re got, heta niha hikûmeta Iraqê di çareserkirina dosyeya Şingalê de cidî nîne. 6 meh bi ser rêkeftina Şingalê re derbas bûye lê hîn hikûmeta Iraqê ti gavek bo bicîhanîna wê rêkeftinê nehavêtiye. Berovajî rêkeftinê, komên çekdar hêzên xwe sê qatan zêde kirine.

Wê parlementera kurda êzîdî anî ziman, li gorî rêkeftina Şingalê divê tevahiya milîs û çekdarên ne qanûnî ji Şingalê derkevin û got, lê mixabin nek ji Şingalê derneketine, belkî hêzên xwe sê qatan jî zêde kirine.

Wê parlementera êzîdî da xuyakirin jî, divê rêkeftina Şingalê bi lez were bicîhanîn û hêzên ne qanûnî ji Şingalê derkevin çimkî xelkê Şingalê 6 sal e di nav xîvetan de dijîn. Ji ber wê jî divê hemû aliyek hewla aramkirina rewşa Şingalê bide da ku xelk bikaribe vegere ser cih û warê xwe.

Basnews
Top