• Thursday, 18 July 2024
logo

Serok Barzanî: Pêwîst e rojnamegera kurdî çekekî bihêz be ji bo berevanîkirina li mafên miletê me yên rewa

Gulan Media April 22, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Pêwîst e rojnamegera kurdî çekekî bihêz be ji bo berevanîkirina li mafên miletê me yên rewa
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 123 saliya derketina yekem rojnamegeriya kurdî, peyamek belav kir û ragihand, Pêwîst e ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekekî bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewa yên mîlletê me.”

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi helkefta sed û bîst û sêyemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdema roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.

Rojnamevan û medyakar erkê hişyarkirinê û gihandina zanyariyan bi civaka wan li ser milê wan e ku li rastiyê da erkekî pîroz û hestiyar e û rojnamevan roleke girîng li rênişanderiya raya giştî û pêşxistina civakê da heye.

Pêwîst e ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewayên mîlletê me û her wiha nasandina doza rewaya gelê me bi hemû cîhanê û li heman demî de jî giraniya kûrtirkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyan û mirovdostiyê be.

Her wiha daxwaza min ji rojnamevanên xweşdivî eweye ku rûbirûyê wan gef û êrîşên rêkxistiya ragihandinê bibin ku ji bo dijayetîkirina îradeya gelê Kurdistanê li aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve birêve diçe.

Li vê bîranînê de daxwazê ji hemû rojnamevan û medyakarên xweşdivî û dezgehên ragihandinê dikim ku wê erka xwe ya pîroz li çarçêweya pêverên rojnamegeriya profesyonel û rastgoyî û li ber çav girtina biha û berjewendiyên bilindên welat de encam bidin.

Hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim.

K24
Top