• Thursday, 18 July 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1022 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1022 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 193 kes li Hewlêrê, 282 kes li Silêmaniyê, 491 kes li Duhokê, 15 kes li Helebceyê, 36 kes li Germiyanê û 5 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan xwe canê ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 714 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 142746

Mirin: 3911

Başbûn: 119610

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

K24
Top