22 Nîsanê bû roja Rojnamegeriya Kurdî
Parlementoya Kurdistanê ew yek pejrand.
Îro Parlementoya Kurdistanê civiya û di civînê de nîqaş li ser çend mijaran hate kirin.
Di civîna îro ya parlementoya Kurdistanê de, giftûgoyeke berfire jî li ser roja Rojnamegeriya Kurdî hate kirin û pişt re jî parlementoya Kurdistanê bi piraniya dengan ew yek qebûl kir ku, roja 22ê Nîsanê ya her sal weke roja Rojnamegeriya Kurdî were diyarkirin.