• Thursday, 18 July 2024
logo

Li Çelê 4 siyasetmedar hatin berdan

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Li Çelê 4 siyasetmedar hatin berdan
Ew siyasetmedarên ku li Çelê hatibûn girtin, hatin berdan.

Li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve, hevserokê berê yê şaredariya Çelê Servet Tunç jî di nav de 4 siyasetmedar hatin berdan.

Li navçeya Çelê berî niha polîsan bi ser gelek navnîşanan de girtibûn û Hevserokê berê yê Şaredariya Çelê Servet Tunç, serokê berê yê şaredariyê Mehmet Kanar yê li ser Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), endamê Encûmena Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faris Çetinkaya û Haci Yanar hatibûn desteserkirin.

Siyasetmedarên Kurd piştî ku li emniyetê îfadeya wan hat wergirtin, hatin berdan.

Rudaw
Top