• Thursday, 18 July 2024
logo

TEV-DEM û PYDê derbarê Şingalê de bang li hikûmeta Iraqê kirin

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
TEV-DEM û PYDê derbarê Şingalê de bang li hikûmeta Iraqê kirin
TEV-DEM û PYDê derbarê rewşa Şingalê de bang li hikûmeta Iraqê kirin.

Hêzên ser bi artêşa Iraqê ve duh hewl dan li gundê Girêzir ê ser bi Şingalê ve belav bibin, lê di navbera wan hêzan û hejmareke xelkê deverê de alozî derketin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rewşa Şingalê de daxuyanî belav kirin.

TEV-DEMê di daxuyaniya xwe ku amaje bi vekişîna hêzên artêşa Iraqê de dike di dema êrişên DAIŞê de dibêje, artêşa Iraqê bi veguhastina hêzên nû bo deverê dixwaze “destkeftiyên Şingaliyan” jinav bibe.

Di daxuyaniya xwe de TEV-DEM rexne li rêkeftina Hewlêr-Bexda ya derbarê Şingalê de digire û wek di xizmet û berjewendiya Tirkiyê de binav dike.

TEV-DEM bang li hikûmeta Iraqê dike ku “erkên xwe li hemberî daxwazên civaka Êzidî li Şingalê” bicih bîne û tekez dike, tevî “bangewaziyan û hevdîtinên Êzidiyan bi rayedarên Iraqî re, di serî de hikumeta Iraqê, lê tu helwestên erênî ji aliyê wan ve li holê tune bûn. Ev yek aloziya Iraqê aloztir dike û tenê hinek hêzên herêmî sûdê jê digirin.”

PYDê jî di daxuyaniya xwe de helwesta hikûmeta Iraqê li beramber Şingalê wek “ne demokratîk û dûrî îradeya xelkê Şingalê” binav kir û got, em “siyasetên hewl didin xelkê Şingalê têk bibin red dikin. Em vê yekê wek berdewama komploya ji aliyê hin hêzên herêmî ve ku dixwazin îradeya gelê Kurd tune bikin û nasname û hebûna wî biguherînin, dibînin,”

PYD ragihand ku ew dê piştevaniya bo xelkê Şingalê berdewam bikin û bang li hikûmeta Iraqê kir, ku “bi gelê Şengalê re bikeve diyalogê û rêzdariyê bide îrade, azadî, nûnertiya siyasî û leşkerbûna rewa."

Roja 3ê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrîşî navçeya Şingalê kiribû û bi sedan welatiyên Kurdên Êzidî komkuji kiribûn, herwiha zêdetirî şeş hezar jin û keç û zarokên Êzidî êxsîr girtibûn û revandibûn.

Di Mijdara 2015an de, di operasyonekê de bi serpireştiya Serok Barzanî, hêzên Pêşmerge bajarê Şingalê û derdora wê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kiribûn.

Di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, Şingal kete destê hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û hêzên Pêşmerge li navçeyê neman, lewma valahiyeke emnî li navçeyê çêbûye.

Li Şingalê jibilî artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku hêzeke nêzikî PKKê ye û Asayişa Êzidxanê jî hene.

Roja 9ê Cotmeha sala derbasbûyî Hewlêr û Bexda derbarê diyarkirina rêveberiyeke nû û asayîkirina rewşa Şingalê de gihiştin rêkeftinê.

Li gor xalên destpêka rêkeftinê biryar e rêveberiyeke hevbeş û 2500 polîs ji xelkê Şingalê ji bo deverê bên damezrandin.

Li gor rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de biryar e, bi tenê polîsê navxwe û artêşa Iraqê li navenda bajarê Şingalê bimînin.

Lê hêzên YBŞ razî nebûne ji Şingalê derkevin û heta niha jî rewşa Şingalê aram nebûye.

Rudaw
Top