• Thursday, 18 July 2024
logo

Ferîd Sadûn: Ne ji berjewendiya rêjîma Sûriyê ye şer li Qamişlo derkeve

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Ferîd Sadûn: Ne ji berjewendiya rêjîma Sûriyê ye şer li Qamişlo derkeve
Şîrovekarê siyasî Ferîd Sadûn derbarê şerê di navbera hêzên asayişê û hêzên Berevaniya Niştimanî de ragihand, ne ji berjewendiya rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ye şer li vê deverê derkeve.

Şîrovekarê siyasî Ferîd Sadûn ji K24ê re ragihand: “Ev ne cara yekem e şer û alozî di navbera milîsên Berevaniya Niştimanî û hêzên Asayişê de çêdibe, pêştir çend caran rû dan û bêyî ku bigihin ti rêkeftinekê şer bi dawî dikin. Her car jî pirsgirêk li ser wê rêbenda ku di navbera her du aliyan de heye çêdibe û heta niha ti çareserî jê re nehatiye dîtin.”

Got jî: Hêzên Berevaniya Niştimanî ne hêzeke hevgirtî ye, ew ji çend grûpan pêk tê û her yek jî ser bi şêxekî ereb ve ye û piraniya xalên wan li başûrê rojhilatê Qamişlo ne, dema şer di navbera grûpek ji wan û Asayişê derdikeve, grûpên din destêwerdanê nakin û xwe dûr digirin. Ji ber wê jî heta niha ti rêkeftineke giştî di navbera asayişê û wan grûpan de çênebûye.

Destnîşan kir jî: Bingeha vî şerî ji leşkerî bêhtir, siyasî ye. Lê ez bawer nakim ku rêjîma Sûriyê yan Rûsya li piştî vî şerî be, ji ber ku hilbijartinên Serokatiya Sûriyê di dema bê de tên kirin û ne ji berjewendiya rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ye ku li vê deverê şer hebe, berûvajî wê ew dixwazin dever aram be ji bo bikarin sindoqên hilbijartinê lê deynin û xelk dengê xwe bidin, bi taybet ku ev taxa Tey piraniya wan ereb in û alîgirê Serokê Sûriyê ne.”

Herwiha got: “Çareserkirina vê pirsgirêkê û duberenebûna wê, girêdayî ye bi çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê re heye.

Ji şeva borî ve li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayişê û hêzên Berevaniya Niştimanî ve derketiye û heta niha şer berdewam e û hêzên asayişê taxa Tey ya ereban ji 3 aliyan ve dorpêç kirine.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Qamişlo, heta niha di vî şerî de endamekî Asayişê hatiye kuştin, ji aliyê Berevaniya Niştimanî jî 5 kes hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar in.

K24
Top