• Thursday, 18 July 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Japonî civiya

Gulan Media April 21, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel şandeke Japonî civiya
Kurdistan û Japon têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Japonî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Roja sêşem 20 Nîsana 2021an me pêşwaziya berpirsê nû yê nivîsîngeha Konsulgeriya Japonê yê li Hewlêrê Nikkihiro Aarakawa kir û jiber destbikar kirina wî li nivîsîngeha Konsulgeriya Japonê me pîrozbayî li wî kir û hêviya vê yekê xwest ku di pîwerdariya xwe de serkeftî be û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Japonê jî di her warî de pere pê bide.

Di civînê de birêveberê nivîsîngeha ajansa hevkariya navnetewî ya Japonê JICA ya li Îraqê jî têde amade bû giftûgo derbarê kar û projeyên ajansa JICA li herêma Kurdistanê û pere pêdana hemahengiya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de me spasiya welatê Japonê bi taybetî ajansa JICA kir ku, demeke dirêje bi rêya cîhbicîh kirina projeyên xwe, xizmet bi herêma Kurdistanê dike û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pêşwazî kirin ji hilbirênerên Japonî diyar kir.
Top