• Sunday, 28 July 2024
logo

Parlamenterekî PDKê yê berê di kêşeyeka civakî de yê berê hat kuştin

Parlamenterekî PDKê yê berê di kêşeyeka civakî de yê berê hat kuştin
Parlamenterekî berê yê PDKê di şerê navbera du gundên li navçeya Çoman hat kuştin. Herwiha biraziyekî wî parlamenterî jî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Dola Rostê ya li bajarokê Simêlan ê girêdayî navçeya Çomanê şerê çekdarî di navbera rûniştvanên her du gundên Şêrkawe û Dêge de derket.

Di encama şerê navbera her du gundan de, parlamenterekî xûla berê ya Parlamnetoya Kurdistanê bi navê Şêx Fetah Dêgeyî hat kuştin.

Hat ragihandin, Şêx Fetah Dêgeyî ser bi Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye.

Ligel Şêx Fetah, biraziyekî wî hatiye kuştin û biraziyeke wî yê din û kesek din birîndar bûne.

Wek agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, şerê navbera her du gundan li ser erdê bûye.

Piştî derketina wî şerî, hêzên Asayişa Çomanê gihîştin cihê bûyerê û niha şerê navbera her du gundên Şêrkawe û Dêge hatiye kontrolkirin.

Rudaw
Top