• Sunday, 28 July 2024
logo

Keçek 15 salî di nav kampeke awareyan de xwe xeniqand

Keçek 15 salî di nav kampeke awareyan de xwe xeniqand
Keçek temen 15 salî bi navê Miryem Hisên îro li Kerkûkê xwe xeniqand.

Keçeke Ereb bi navê Miryem Hisên ku temenê wê tenê 15 sal bû, ji ber xirabiya rewşa jiyanê û xizaniyê (hejariyê) li bajarê Kerkûkê xwe xeniqand.

Miryem Hisên xelkê navçeya Şergatê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê bûye, ku piştî êrişên DAIŞê, zêdetirî salekê bû ligel malbat û kesûkarên xwe li kampa Leylan a li parêzgeha Kerkûkê dijiya.

Kesûkarên Miryem Hisên dibêjin, demek bû ku keça wan dilten gû bêzar bibû. Malbat dibêje, îro înê keça wan ji ber rewşa xirab a jiyanê, xwe xeniqand û dawî bi jiyana xwe aniye.

Rêvebirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir di daxuyaniyeke ligel Rûdawê de, bûyer piştrast kir û ragihand, keçikê xwe di hemama malê de xeniqandiye û polîs derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye.

Rudaw
Top