• Sunday, 28 July 2024
logo

Platforma Jinan: Jinên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewlatê ve tên kuştin

Platforma Jinan: Jinên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewlatê ve tên kuştin
Platforma Jinan a 8ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê pîroz kirin. Ji ber vê li Stenbolê Platforma Jinan a 8ê Adarê, daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de, bo meşa 6ê Adarê bang li raya giştî hat kirin.

Platforma Jinan a 8ê Adarê ya Stenbolê, wê roja 6ê Adarê çalakiyên xwe saz bike. Platformê, beriya vê rojê xwest ku bangî raya giştî bike da ku çalakvan beşdarê meşê bibin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de, hat ragihandin ku jin rastî her cureyê tundiyê têne. Platform balê kişand li ser jinan û wiha pê de çû, jinên Rojavayê Tirkiyê têne kuştin, jinên Kurdistana Bakur jî di şer de ji aliyê dewlata Tirk ve tên kuştin û bedena van bi tazî tê nîşandan. Her wisa jinên penaber jî him rastî dest dirêjî him jî rastî tundiyê têne.

Hat diyar kirin ku wê gelek sazî, dezgehên civakî û aktîvîst tevlî çalakiyê bibin. Platforma Jinan a 8ê Adarê ji gelek saziyên civakî pêk tê.

K24
Top