• Sunday, 28 July 2024
logo

Zilamekî 14 kesên malbata xwe serjê kir

Gulan Media February 29, 2016 Civakî
Zilamekî 14 kesên malbata xwe serjê kir
Zilamekî temen 35 salî yê ji Hindistanê 14 kesên malbata xwe serjê kir.

Berdevkê Polîsê Bajrê Mumbay yê Hindistanê Laxman Kabdule îro 28ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, zilamekî 35 salî bi navê Hasnen Anwar Warekar li navçeya Thane ku bi qasî 35 kîlometrî dûrî bajarê Mombayê ye, 14 kesên malbata xwe kuştine û sere wan ji bedena wan jê kirine.

Berdevkê Polîsê Mumbayê Laxman Kabdule da xuyakirin, wî zilamî di demên sere sibehî de dayik û bavê xwe, 6 zarokên xwe, xwîşkek û hevjîna xwe di mala xwe de, dema ku hemû di xew de bûne, kuştine û sere wan hemûyan jî kiriye.

Laxman Kabdule herwiha ragihand, ew zilam piştî ku endamên malbata xwe serjê dike, pişre xwe jî dikuje.

Li gor Polîsê Mumbayê, tenê xwîşkeke wî zilamî ji kuştinê rizgar bûye, lê belê wê bûyerê bandorek mezin li ser daniye û rastî şokê hatiye.

Ew tekane xwîşka wî zilamî niha li nexweşxaneyeke navçeya Thane di bin çareseriya pizîşkî de ye û hişê xwe ji dest daye.

Polîsê Mumbayê sedema wê bûyerê aşkere nekiriye û tenê ragihandiye, ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.

Medyayên Hindistanê jî belav kirine, berî ku ew zilam endamên malbata xwe bikuje, jehr daye wan û piştre ew kuştine, lê belê Polîsê Mumbayê bi fermî ew agahî piştrast nekiriye.

Li gor medyayên wî welatî, bûyer di demekê de derketiye, ku hemû endamên malbatê bo nanxwarinê li malekê li hev civiyane.

Di nav qurbaniyên bûyerê de zarokek sê mehî jî heye. Qurbaniyê herî temen mezin jî 55 salî bûye ku bavê wî zilamî bûye.

Rudaw
Top