• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Kerkûkê polîsekî 2 xwîşk û hevjîna xwe kuştin

Gulan Media February 20, 2016 Civakî
Li Kerkûkê polîsekî 2 xwîşk û hevjîna xwe kuştin
Li bajarê Kerkûkê zilamek bi çeka Klaşînkovê du xwîşk û hevjîan xwe dikuje.

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, zilamek bi çeka Klaşînkovê êriş dike ser mala xwe û endamên mala xwe dide ber gulleyan.

Li gor agahiyan, di encama gullereşandina de, ew zilam 2 xwîşk û hevjîna xwe dikuje.

Rvebirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûk Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: Êvariya înê 19êê Sibatê polîsekî bajarê Kerkûkê di jêr bandora madeyên alkolî de serxweş bûye û bi çek êrişî kiriye ser malbata xwe.

Serhed Qadir got, di encama êrişê de wî zilamî 2 xwîşk û hevjîna xwe kuştine.

Qadir herwiha got, navê wî polîsî P.C û Kurd e û parêzvanê yek ji fermandeyên Polîsê Kerkûkê bûye û li taxa Barûtxane ya Kerkûkê akincî bûye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, hevjîna wî zilamî ku di bûyerê de hatiye kuştin, ducanî (pêgiran) bûye.

Rudaw
Top