• Sunday, 28 July 2024
logo

Keseki 2 kurên xwe kuştin!

Gulan Media February 15, 2016 Civakî
Keseki 2 kurên xwe kuştin!
Ew pêşmergeyê ku çend roj berê 2 kurên xwe kuştibû û keça xwe jî birîndar kiribû, heta niha nehatiye girtin.

Roja 12ê vê mehê, li bajarokê Raniya yê Başûrê Kurdistanê, efserekî Pêşmerge gulle berdabû zarokên xwe. Di bûyerê de 2 kurên wî hatibûn kuştin û keçek wî jî birîndar bibû, ew jî reviyabû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha jî ew pêşmerge nehatiye girtin û nayê zanîn li kuderê xwe veşartiye.

Yek ji wan kurên wî pêşmergeyî, 23 salî û yê din jî 17 salî bûn. Navê yekê Aso (23) û navê yê din jî Akar bû.

Birayê wî pêşmergeyî, Resûl Ebdullah li ser bûyerê ji Rûdawê re got, em heta niha nizanin çima wî wisa li zarokên xwe kir. Di navbera wî û zarokên wî de ti nakokî û arîşeyek nebû.

Resûl Ebdullah her wiha got, wê rojê wan dixwastin biçin seyranê lê ew bûyer qewimî.

Navê wî pêşmergeyî M. Ebdullah e û di Hêza 70 ya Pêşmerge de (girêdayî YNKê) fermande ye. Du jinên wî hene û bûyer li mala jina mezin qewimiye. Du keç û du kurên wî yên din jî hene.

Birayê wî fermandeyî dibêje, rast e du jinên birayê min hene lê ti arîşeyek wan nebû.

Rudaw
Top