Nivîskara kurd çîrokên êşa jinan nivîsand
Nivîskara ji Rojavayê Kurdistanê Nesrîn Ebdullah niha weke penaber li Başûrê Kurdistanê dimîne û heya niha du pirtûkên wê hatine çapkirin.
Herdu pirtûkên Nesrîn Ebdullah jî di warê çîrokê de ne, ku babeta sereke ya naveroka van çîrokan li ser jiyan û mafên jina kurd e.
Pirtûka xwe ya duyem wergerande şêwezarê Soranî bi sernavê “Zindîgorkirin”, tê de jî berhsa wan jin û keçan dike ku bi saxî têne binaxkirin.
Nesrîn Ebdullah ji Rûdawê re diyar kir pirtûkên ji soranî zêdetir bi zimanê erebî hatine xwendina.
Rudaw