• Sunday, 28 July 2024
logo

Jineke Dihokî, milyonek dolar hilda û baz da!

Gulan Media January 25, 2016 Civakî
Jineke Dihokî, milyonek dolar hilda û baz da!
Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, jinekê zêdetirî milyonek dolar ji welatiyan stand û baz da!

Çend roj berê li bajarê Dihokê, jinekê ku li nexweşxaneyekê hemşîretî (birînpêçî) dikir, zêdetirî yek mîlyon dolar hilda û li ber çavan wenda bû!

Derheqê bûyerê de, berpirsê ragihandina Polîsê Dihokê, Hêmin Silêman ji Rûdawê re got, jina bi navê S ku du zarokên wê hene, di bin nav bazirganiyê de pere ji welatiyan standiye û soz daye wan ku dê pereyê wan jî bide û sûdê jî bide wan lê ev çend roj in telefona wê û ya mêrê wê girtî ye û kes nizane kude çûne.

Hêmin Silêman diyar kir ku 25 kesan serî li polîs dane û doz li wê jinê vekirine û gotine, wê jinê pereyê me biriye.

Li gorî wî rayedarê Polîsê Dihokê, tê texmînkirin ku wê jinê derdora milyonek dolar biribe.

Rêveberê wê nexweşxaneya ku wê jinê li wir kar dikir, Dr. Nizar Bekir ji Rûdawê re got, rast e ew jinik karmenda me ye lê çend meh berê ji ber nexweşiyê destûr standibû. Ji bo nexweşiya xwe çûbû Hindistanê lê dema vegeriya destûra 6 mehên bê mûçe stand. Dema 6 meh xilas bû vê carê jî destûra salekê stand.

Polîs dibêje, heta niha nayê zanîn ka ew jinik li Kurdistanê ye yan çûye derve, ji ber wê jî heta ev yek neyê zelalkirin, dosyeya wê naşînin ber destê Înterpolê.

Yek ji wan kesên ku pere daye wê jinkê, ji Rûdawê re got, min 8 milyon dînar daye wê. Destpêkê hinek pere da. Vê dawiyê jî min telefona wê kir, telefona wê girtî bû. Paşê gotin reviyaye, ez jî çûm ba polîs û min ew agahdar kirin.

5 sal berê jî li Dihokê, kesekî 15 milyon dolar ji welatiyan standibû û reviyabû. Lê paşê vegeriya û dema nekarî pereyê welatiyan bide, hat girtin. Ew niha di girtîgeha Zirka ya Dihokê de ye.

Rudaw
Top