• Sunday, 28 July 2024
logo

ÊLIH – Qirika jinekê hat jêkirin

Gulan Media January 3, 2016 Civakî
ÊLIH – Qirika jinekê hat jêkirin
Li bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, cenazeyê jineke di otomobileke de hat dîtin.


Li gor agahiyan, welatî pê hesan ku wesayîta bi plakeya 21 KP 456 demeke dirêj ser kolaneya SSKê rawestaye û piştre polîs ji wê yekê agahdar kirin.

Polîs piştî agahdarkirine çûn cihê otomobîlê û bi zorê deriyê otomobilê vekirin. Di otomobîlê de cenazeyê jinekê qirika wê jêkirî hat dîtin.

Piştî lêkolînê hat zanin navê wê Songul D.ye û 22 salî ye. Polîsan cenaze bo otopsiyê birrin Nexweşxaneua Dewletê ya Êlihê.

Ji bo zelalkirina bûyerê lêkolîneke berfireh hatiye dest pê kirin.

Rudaw
Top