Jina 17 salî û ducanî xwe kuşt
![Jina 17 salî û ducanî xwe kuşt](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/jina-xwe-kusht-b.jpg )
Li bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê jina bi navê Şehrîban Bozkurt ya (17) salî ku ducanî bûye ji ber tundiya malbatê xwe kuşt.
Li navçeya Îpekyolu ya Wanê Şehrîban Bozkurt (17) a ducanî ji ber tundiya malbatê roja 28'ê mijdarê li taxa Xaçortê xwe daliqand.
Hat ragihandin ku Bozkurt 2 sal berê bi zilamekî ku berê zewicîbû û hevjîna xwe berda bû re hatibû zewicandin. Hat îdiakirin ku malbatê tundî li ser Bozkurt dimeşand û telefonî dayika xwe kiribû û jê gotibû ew êdî nema dikare vê tundiyê rake.
Lê li gorî îdiayan li ser dijberiya birayê wê jinê, malbatê nehiştiye Şehrîban were malê û li ser vê yekê 2 roj berê li malê xwe daliqand.
Jêder: DIHA - xendan