• Sunday, 28 July 2024
logo

Civaknasekî li Hewlêrê xwe kuşt

Gulan Media November 30, 2015 Civakî
Civaknasekî li Hewlêrê xwe kuşt
Civaknasekî li mala xwe gulek li xwe da û dawî li jiyana xwe anî. Birayê wî dibêje, rewşa wî ya derûnî nebaş bû. Hevalê wî jî dibêjem ev demeke ku kêm ji malê derdiket derve.

Karwan.Ş (26 salî), xelkê bajarokê Xebat ê ser bi Parêzgeha Hewlêrê bû. Xwediyê dukana mobîlan bû. Roja 21ê vê mehê guleyek berda serê xwe û li nexweşxaneyê mir.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand: “Piştî bûyerê polîs çûn wî cihî û diyar bû ku ew birîndar e, lê piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna wî, jiyana xwe ji dest da.”

Hogir Ezîz derbarê vê mijarê de wiha got: “Li nexweşxaneyê, birayê wî got ku ev demek bû rewşa wî ya derûnî nebaş bû û berdewam dilteng û xemgîn bû. Me jî biryar daye ku gotinên malbata wî werbigirin û lêkolînê berdewam bikin.”

Çawa xwe kuşt?

Karwan, par beşa civaknasî li Zanîngeha Selahedînê bi dawî anî û piştre ji xwe re dukana mobîlan vekir.

Hevalekî wî yê zanîngehê jî dibêje: “Piştî bûyerê ez çûm mala Karwan. Wî karebe qut kiribû û çûbê hindur û guleyek berdabû serê xwe.”

Wî hevalê Karwan wiha domand: “Em li zanîngehê heval bûn. Karwan kesekî bêdeng bû û pêwendiya wî bi her kesî re nebû. Heta ti ligel wî neaxivîba, ew nediaxivî.”

Herwiha hevalekî din ê Karwan ji Rûdawê re ragihand: “Ev demek bû ku, Karwan kêm derdiket derve û xemgîn bû, lê em nizanin ku gelo pirsgirêkên wî li malê hene yan na.”

Rudaw
Top