• Sunday, 28 July 2024
logo

Bûyerek pir kirêt – Zaroka 5 salî li nav mizgeftê de rastî destdirêjiyê hat!

Gulan Media November 26, 2015 Civakî
Bûyerek pir kirêt – Zaroka 5 salî li nav mizgeftê de rastî destdirêjiyê hat!
Li bajarê Hewlêrê bûyerek pir kirêt çêbû. Zarokek 5 salî li nav mizgeftekê de rastî destdirêjiya zilamekî mezin hat. Dayîka wê zarokê jî dibêjin, divê wî zilamî bişewitînin.

Li mizgefteke bajarê Hewlêrê de, zarokek 5 salî ji aliyê zilamekî ve rastî destdirêjiyê hat.

Li gorî ku dayîka wê zarokê dibêje, dema keça xwe dişîne mala cîranekê ji bo ku xwarinê ji wan re bibe, di rê de zilamek pere dide wê zarokê, dixapîne û dibe tuwalêta mizgeftê û destdirêjiyê lê dike.

Wê bûyerê bandorek wisa giran li ser wê zarokê kiriye ku nikare biaxife jî tenê serê xwe dihejîne û dayîka wê jî digirî.

Dayîka wê zarokê ji Rûdawê re got, ma gunehê wê zarokê çi bû, çima wisa anî serê wê? Daxwaza min ew e, ew kesê ku wisa li keça min kiriye li ber çavên min bişewitînin.

Malbata wê zarokê doz vekirine û lêkolîn û lêpirsîn li ser bûyerê didome, tohmetbar jî heta niha nehatiye girtin û dîtin.

Li gorî qanûnên Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê, divê piştî nimêjê dergehê mizgeftan were girtin lê kes zêde guh nade Wezaretê.

Rudaw
Top