• Sunday, 28 July 2024
logo

Her sal %60ê keçên Silêmaniyê tên sinetkirin!

Gulan Media November 8, 2015 Civakî
Her sal %60ê keçên Silêmaniyê tên sinetkirin!
Rêxistineke biyanî eşkere kir ku li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê her sal %60ê keçên wê deverê tên sinetkirin.

Li bajarê Hewlêrê, semînarek li ser nehîştina tundiya li nav malbatê bi taybet sinetkirina jinan hat lidarxistin.

Di semînarê de ku ji aliyê UNICEF û rêxistina almanî ya bi navê “WADΔ ve hatibû organîzekirin, çalakvan û pisporên mafên jinan û malbatê li ser nehîştina tundiyê li nav malbatê bi taybet nehîştina sinetkirinê li Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li Başûrê Kurdistanê her çiqas ji sala 2011ê ve sinetkirina jinan hatibe qedexekirin û ji bo kesê(n) ku jinan sinet dikin cezayê girtinê û pere hatibe danîn jî, lê dîsa sinetkirin didome.

Li gorî amarên rêxistina almanî ya WADÎ, li herêma Silêmaniyê her sal %60ê keçan tên sinetkirin, li Hewlêrê jî îsal 2 hezar keç hatine sinetkirin lê li Dihokê ti amarek li ber dest tine.

Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, yên ku jinan sinet bikin bi 6 meh heta 2 sal zîndan tê mehkûmkirin her wiha bi 5 milyon dînar heta 10 milyon dînar pere tê cezakirin.

Rudaw
Top