• Sunday, 28 July 2024
logo

Jinên gerok mafên jinan belav dikin

Gulan Media October 29, 2015 Civakî
Jinên gerok mafên jinan belav dikin


Ev tîmên gerok ku ji jinan pêk tên di çarçoveya plansaziya Daîreyê li gellek gund û taxên navçeyên Amed’ê dest bi pêşkêşeyên agahdarkirina mafê jinan kirin. Bi vê rêbaza nû ya têgihîştinê tîmên gerok, hewl didin ku di çarçoveya regeza civakî de rola jinan a di civakê de ji jinan re rave bikin û bi vî awayî di nav jinan de hişyariyeke regezî pêk bînin.

Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Amed’ê, bi tîmên gerok ên jin ên ji hînkarên Midûriyeta Navenda Lêkolînên Pirsgirêkên Jinan a Amed’ê (DİKASUM), bi mebesta di derbarê cûdahiyên biyolojîk ên di navbera jin û mêran, di çarçoveya regeza civakî de rola jinan a di civakê de û gellek babetên din ên têkildarî jinan de jinan têbigihîne û wan ji mafên wan ên dadî agahdar bike li gund û navçeyên Amed’ê digerin û bi jinan re civînan lidardixin.

Seroka Şaxa DİKAUM’ê Güneş Gezgin da zanîn ku Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, li Tirkiye’yê mînaka yekemîn e û niha li 3 herêmên wekî Amed, Merdîn û Wanê xebatan dimeşîne. û 4 heb şaxên DİKASUM’ê hene. Gezgin got ku perwerdekarên tîmên gerok ên gundan, berê bi serlêdanên malan ankêt çêkirine da ku jinan binasin û armanca tîmên gerok têbigihînin, lewre berî pêşxebatê, herkes hinekî xwe jê dûr dike û pêşî ragihandineke civakî pêwîst e.

Gezgin da zanîn ku ev xebat, ne xebata wan a yekem a têgihandinê ye, berê jî xebatên perwerdehiyê hatine meşandin û wisa domand: “Me xwest ku xebatên xwe arasteyî gundan jî bikin û di der barê mafên jinan, tenduristiya jinan, hiqûq û perwerdehiya zarokan de jinên gundan jî agahdar bikin. Gundê Qilêşa’ya Erxaniyê, gundên Kaygusuz û Dede’ya Pîran’ê, Pasûr û Licê me wek herêma pîlot biijartin. Li gundê Qilêşayê dibistanên çand û hunerê heye û tê de jî jura jinan hatiye sazkirin. Em bi wan jinan derdikevin qadê. Bi sûdwergirtina van dibistanên çand û hunerê em hewl didin ku xwe bgihînin gel.”

Gezgin, da zanîn ku armanca van perwerdehiyan ev e ku di mêjiya jinan de pêhesandinekê pêk bînin, li ser tundiyê, li ser zayenda civakî, tenduristî wan haydar bikin. Gezgin, anî ziman ku ev perwerdehiyên wan tenê li ser hin babetan pêk nayê û ew ê pir caran biçin gund û navçeyan da ku jin xwe bi tenê hest nekin. Gezgin, da zanîn ku ewê ji bo her mijaran carekê biçin wan gund û navçeyan û armanca wan ew e ku salê 3-4 caran biçine van gundan. Gezgin got ku di gera tîma wan a li gundekî Hênê de, li gel ku gundê cerdevanan bûye jî jinên wî gundî beşdariyeke mezin nîşan daye.

Çavdêrî erênî ne

Yek ji perwerdekarên tîmên gerok Sevda Kayar, anî ziman ku ev tîm ji bo haydarkirina jinan a li ser pênaseya zayenda civakî, newekheviya jin û mêran, têgiha “maf”ê, zewaca bi temena biçûk bi armanca xebata pêhesandinê ketine rê ku ev mijar giş têkildarî jiyana rojane ya jinan in û digel van, da ku jin xwediyê pêhesîna li ser tundîtiyê bin, ji hemzayendên xwe hez bikin û bi pirsgirêkên wan re mijûl bin, xwedî li nêrîneke jinane û vînê be xebatan dimeşînin.

Kayar da zanîn ku berî ku dest bi perwerdehiyê bikin vekolîneke qadî li herêmên wek pîlot hilbijartî hatiye kirin da ku bê zanîn ka jin dixwazin li ser çi perwerdehiyê bibînin, daxwaza wan ji şaredariyê, ji bo hînbûna va tiştan jî bi ankêt û formên serlêdanê vekolîneke çêkirine da ku jin ji perwerdehiyê aciz nebin û li gor daxwaz û pêdiviyên wan perwerde bên dayîn.

Kayar da zanîn ku yek ji mijarên ku zêdetir daxwaz lê hatine kirin têgeha ‘maf’ bû û ji bilî vê jî, jinan, daxwaza perwerdehiya li ser tenduristiyê, ragihandin û gihandina zarokan kiriye û wisa domand: “Çavderiyên me gelekî erênî bûn. Gelek jinên ku dê bikaribin mafên xwe biparêzin, xwedî li vîna xwe derkevin hebûn. Tenê hinek piştgirî bo ku xwe bi tenê hîs nekin jii bo wan dê hêzeke mezin bibe. di van vekolînan de jinan anî ziman ku rahigandina di nav malbatê de baş nîne. Bi taybetî jî daxwaza perwerdehiya pîşeyî kirin. Lewre bi tundiya aborî ku marûzî wan dibin nahesin û da ku aboriyên xwe pê pêk bînin daxwaza perwerdehiya pîşeyî dikirin.”

Jin, bi hêsanî xwe tevlî perwerdehiyê kirin

Perwerdekar Sevda Kayar da zanîn ku piştî Erxeniyê, li gundên Kaygusuz û Dede’ya Pîranê jî vekolîna qadê kirine û xebata pêşîn a perwerdehiyê li Kaygusuzê hatiye kirin. Kayar got ku ev, gundekî bi 20 malbatan bûye û ji ber koçberiya demdemî bes 9 malbat li gund mane û wan jî bi jinên ciwan ên van malbatan xebat kirine û wisa domand: “Bi rastî jî xebateke gelekî bikêf bû. Bertêkên jinan gelekî erênî bûn. Ev, wek pêşxebatekê bû bo me û gava jin xwe rehetir hîs bikin em ê bi hêsanî derbasî xebatên xwe yên wekî nîşandana fîlman, xebatên slaytê bikin. Ev pêşxebat bi mebesta beşdarkirina wan li perwerdehiyan hat kirin û bi rastî jî jinan, bi hêsanî xwe tevlî van perwerdehiyan kirin.”

Kayar hinekî qala çalakiyên xwe jî kir û got ku bo nimûne ji ber pirsa “gelo ji ber ku hûn keçik bûn di piçûkatiya xwe de çi xeyalên xwe pêk neanîn” her kes miradên xwe yên di ber de man anîne ziman û gotine ku ji bo ku di pêşerojê de an jî di jiyana zarokên xwe de ev yek cardin neyê jiyîn çi ji destê me tê em ê bikin.

Her wiha Kayar anî ziman ku ew, li ser keda veşarî ya jinan jî axivîne û digel jinan lîsteya kar û barên jinan di nav rojekê de çêkirine û derketiye holê ku digel ku wan mizeya van karan bi awayekî mînîmal hesab kirine bergîdana 3 karan herî kêm 2000 TL mehanî derketiye û jin bi vê yekê nahesin, karên ku jin li nav malê dikin giş li derve bûne pîşeyên mêran. Kayar got ku ew li ser zewaca di zarokatiyê de jî axivîne û dîtine ku ev birînekê di jinan de ye lê jinin hene ku vê yekê tiştekî asayî dibînin û dibêjin min zû mêr kiriye bila keça min jî zû mêr bike, çi dibe?

Kayar bal kişand ku ji ber ku tundiya li ser jinan mijareke hesas e û gelek bandor li derûniya wan dike ew mijara tundîtiya li ser jinan hiştine qonaxeke din û beriya 25’ê Mijdarê rojeva me ya tekane dê bibe tundîtiya li ser jinan.

“Perwerde bêtir kurdî ne“

Di van perwerdehiyan de tiştê herî girîng ev e ku digel hin kêmasiyan perwerdehiya jinan bi kurdî tê dayîn. Li ser vê yekê Perwerdekar Sevda Kayar bale kişand ku ji ber ku perwerdekareke Zaza di nav me de tunebû û gundê li Hêneyê jî gundekî zaza bû ew bi jinan re bi tirkî axivîne û wisa domand: “Gundê Pîranê jî zaza bûn lê kurmancî dizanibûn, ji ber vê me dikarî di perwerdeyê de bi wan re bi kurmancî biaxivin. Lê ji bilî vê, li herêmên din me xebatên xwe giş bi kurdî/kurmancî domandin. Di qonaxa pêşiya me de hevalên zaza jî tevlî xebatên me bibin. Ji ber ku armanca me ya sereke, perwerdehiyeke bi zimanê zikmakî ye, jin bi çi zimanî dikarin xwe îfade bikin em ê bi vî zimanî bi wan re bixebitin. Ji bilî Hêneyê me perwerdehiya xwe bi kurmancî da.”

Her wiha Kayar bale kişand ku di jinên kurd de hêza xwedîderketina vîna xwe heye, jinên kurd dikarin şerê jiyanê bikin, ev yek di jinên gundî de hê zêdetir e lewre dizanin ku jiyana xwezayî divê çawa bibe, jiyaneke wan a ekolojîk heye û ji jiyana ekolojîk hez dikin. Kayar got ku armanca wan berfirehtirkirina qada xebatên perwerdehiyê ye û dixwazin di nav salekê de li 200 gundan bigerin.

Basnews
Top