• Sunday, 28 July 2024
logo

Sine – Hejmara jinên ku madeyên hişber bikar tînin, du caran zêde bûye!

Gulan Media October 19, 2015 Civakî
Sine – Hejmara jinên ku madeyên hişber bikar tînin, du caran zêde bûye!
Berpirsa karûbarên jinan li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku bikaranîna madeyên hişber di nav jinan de pir zêde bûye û 2 caran qasî rêjeya par bûye.

Li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Sine, rêjeyek mezin ji welatiyan, ji ber sedemên cuda cuda, madeyên hişber bikar tînin û rêjeya bikaranîna madeyên hişber jî roj bi roj zêde dibe.

Berpirsê karûbarên jinan li eyaleta Sine Leyla Ajîr eşkere kir ku nexweşiyên civakî di nav jinan de pir zêde bûye û derbên giran li malbatê dixe.

Leyla Ajîr anî ziman ku yek ji wan nexweşiyan, bikaranîna madeyên hişber e ku li gorî par, rêjeya jinên ku madeyên hişber bikar tînin du caran zêde bûye, ev jî mirov dilgiran dike û ditirsîne.

Ajîr diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişber ji aliyê jinan ve, ew e ku jin haya wan zêde ji ziyanên madeyên hişber tine lewma divê sazî û navendên pêwendîdar bi taybet medya û navendên ragihandinê di agahdarkirina jinan de rolek aktîv bilîzin.

Berpirsê Encumena Nehîştina Madeyên Hişber a Sine, Selîm Kerîmî par gotibû, %9ê bikarberên madeyên hişber ên Sine, jin in. Li gorî gotinên Leyla Ajîr û Kerîmî, niha li Sine derdora %20ê kesên ku madeyên hişber bikar tînin, jin in.

Rudaw
Top