• Sunday, 28 July 2024
logo

Li nava bazara Zaxo jinek hate kuştin

Gulan Media August 24, 2015 Civakî
Li nava bazara Zaxo jinek hate kuştin

Duh roja yekşemê 23/8/2015 li nava bazara Zaxo kesekî bi demançê teqe li 2 jinan dike û di encamê de jinek jiyana xwe ji dest dide û jinek jî birîndar dibe. Polîsê Zaxo jî dibêje kujer nehatiye girtinê.

Berpirsê ragihandina polîsê qeza Zaxo neqîb Nehşet Selman ji Xendanê re ragihand: Duh roja yekşemê li nava bazara Telîsa li Zaxo kesek bi demançê teqe li 2 jinan kiriye.

Wî efserê polîs got: Jinek jiyana xwe ji dest daye û ya dinê jî bi giranî birîndar bûye.

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku, piştî kuştina wê jinê kujer reviyaye û nehatiye girtinê.

Xendan
Top