• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Dihukê du bira canê xwe ji dest dan

Li Dihukê du bira canê xwe ji dest dan
Ew du birayên ku li Çiyayê Zawa birîndar bibûn canê xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de berpirsê ragehandina polîsên parêzgeha Dihukê Hêmin Silêman ragehand ku ew du birayên ku roja îna derbasbûyî li çiyayê Zawa li Dihukê jiber bûyera agir pêketinê birîndar bibûn jiber xedar bûna birîna xwe îro li nexweşxaneyê Dihukê de canê xwe ji dest dan.
Top