• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Zaxoyê du ciwan fetisîn

Li Zaxoyê du ciwan fetisîn

Li Zaxoyê di nava avê de du ciwan fetisîn.

Di vê derbarê de berpirsê ragehandina hêzên berevaniya medenî yên li Zaxoyê Evîndar Ezet ragehand ku di sêyem roja cejna Remezanê de du ciwanên temen 16 û 18 sal bi mebesta avjeniyê xwe avêtine nava ava rûbarê Xabûrê lêbelê ev her du ciwan yên ku şîniyên Zaxoyê ne di nava avê de fetisîne û canê xwe ji dest dane.

Evîndar di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku li gel destpê kirina demsala germayê de heta niha 14 kes di nava rûbarê de fetsîne.
Share
Top