• Sunday, 28 July 2024
logo

Jinên Silêmaniyê li hember êrîşa devkî ya zilaman helmetek dane destpêkirin

Jinên Silêmaniyê li hember êrîşa devkî ya zilaman helmetek dane destpêkirin
Li bajarê Silêmaniyê jinan, ji bo protestokirina helwesta li dijî jinekê ku jiber cilên wê rastê êrîşa gotinî ya zilaman bibû, helmetek da destpêkirin û bang li sed jinan kir ku roja duşemê xwepêşandanekî encambidin.

Li bajarê Silêmaniyê di rojên dawî ya Remezanê de jinek jiber cilûbergên xwe rastî êrîşa gotinî ya zilamên nav bajêr hatibû. Komekê qelebalix jiber cil û bergên li ber wê jinê, fîtikan dabûn û hokêşandibûn.

Çalakvanê Mafê Mirovan û Jinan Bahar Munzur, ji bo şermezarkirina vê helwestê û piştgiriya jinan, helmetek ragehand û daxwaz kir ku roja duşemê (20/7/2015) sed jin bi heman awayî cilan ber bikn û beşdarî xwepêşandanê bibin.

Munzur diyar kir ku ev rûdan ji bo Silêmaniyê karesatek e û nabe mirov li ser re derbas bibe û got: ”Heger wesa here wê daxwaz bikin ku weke Suudiye em bi çarşef û ebayan bigerin.”

Ji aliyê din ve çalakvanê jin Gona Seîd jî li ser malpera xwe ya facebookê ev helwesta zilaman şermezar kir û got ku heman fikrê DAIŞ’ê yê baviksalarî û kuştina jina ye ku dixwazin bisepînin.

Seîd got: ”Ev êrîşeke li ser jinan ku naxwazin jin bi rengê xwe beşdarê jiyana siyasî û civakî bibin.”

Basnews
Top