• Sunday, 28 July 2024
logo

Duhok: Jinekê xwe ji qata 6`ê avêt xwarê

Duhok: Jinekê xwe ji qata 6`ê avêt xwarê
Jinekê xwe ji qata şeşê ya nexweşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê ragihandina polîsê parêzgeha Duhokê Raid Hêmin ragihand: li bajarê Duhokê jinekê xwe ji qata şeşem a nexweşxaneya Azadî avêtiye xwarê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku piştî gihêştina hêzên polîs bo cihê rûdanê lêkolîn hatine destpê kirinê û derkeftiye ku ew jine ev demeke bi nexweşiya gurçikan ketiye û jiber wê xwe kuştiye.

Aşkira jî kir ku ew jin temenê xwe 45 salî bûye û akinciya komelgeha Rîsale ya ser bi bajaroka Elqoşê bûye.

Xendan
Top