• Sunday, 28 July 2024
logo

DAIŞê 104 jin sinet kirin

DAIŞê 104 jin sinet kirin
Rêxistina DAIŞê duh li Mûsilê 104 jin sinet kirin.

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seîd Memûzînî ji Rûdawê re ragihand, Yekîneya El Xensa ya ser bi rêxistina DAIŞê ve, bi fermana xelifeyê DAIŞê Ebubekîr El Bexdadî, li Mûsilê 104 jin sinet kirin.

Seîd Memûzînî herwiha diyar kir, ji ber sedema ku sê xortan bi telefonê wêneyên bajêr kişandibûn, çekdarên DAIŞê ew li Qada Babil Top li navenda bajarê Mûsilê li ber çavên welatiyên serjêkirin.

Memûzînî da zanîn, rêxstina DAIŞê 41 çekdarên xwe ku ji Rûmadî û Bêcî ji ber şer reviyabûn, li Mûsilê dan ber guleyan û kuştin.

Rudaw
Top