• Sunday, 28 July 2024
logo

Li mizgevtê û li ser nivêjê dizî kir

Li mizgevtê û li ser nivêjê dizî kir
Di videyoyekê de ku li ser tora internetê hatiye belavkirin, jinek di mizgevtekê de li yek ji welatên rojhilatê Asyayê û di dema nivêjê de diziyê dike.

Li gor dîmenên vê vîdeoyê ku li ser tora civakiya facebookê hatiye belavkirin, wiha tê xuyakirin ku li welatekê rojhilatê Asyayê, jinek di dema nivêjê de dice mizgevtekê û mijûlî diziyê dibe.

Li gor dîmenan, çend jin di nav mizgevtê de mijûlî nivêjê dibin û cantayên xwe jî li pişt xwe di nav salona mizgevtê de danîne û ew jina ku diziyê dike, li pişt serê wan mijûlî diziyê dibe û pere û mobayl û tiştên buhadar ên di cantayan de didize.

Lê di dawiyê de ew jin dema ku dixwaze ji mizgevtê derkeve, bi rêya kamêraya çavdêriyê tê aşkerekirin û ji aliyê polîsê taybet ê migevtê vet ê girtin.
Top