• Sunday, 28 July 2024
logo

Amerîkiyan bi merc ew keça êzîdî dan malbata wê

Amerîkiyan bi merc ew keça êzîdî dan malbata wê
2 kes ji Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, ku serperiştiya dosyeya wê keça kurd a êzîdî ku di operasyoneke artêşa Amerîkayê de ji mala berpirsekî DAIŞê rizgar bibû, dikin, ligel wê çûn Dihokê û bi wê û malabata wê re soznameyek îmze kirin ku bi ti awayî çîroka rizgarkirina xwe ji ti kesî re nebêje.

Hêzên taybet ên Amerîkayê di operasyonekê de li Sûriyê berpirsê DAIŞê yê bi navê Ebû Seyaf kuştin û jina wî girtin. Herwiha di wê operasyonê de keçek ji kurdên êzîdî rizgar bû.

Niha ew keç li navçeya Amêdiyê hatiye bicîhkirin, asayişê ji wê û xuşka wê re xaniyek girtiye.

Seîd Girizêrî, ku mervê wê keça êzîdî ye, ji Rûdawê re ragihand: “Amerîkiyan soznameyek ji me re anîbûn û bi me dan îmzekirin, ku nabe em bi ti awayî ji ragihandinê û xelkê re jî behsa rêya rizgarkirina wê bikin.”

Ew keça kurd ku navê wê parastî ye, temenê wê 24 sal e, piştî bûyerên Şingalê ligel hezaran kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞê hatin revandin û bo navçeya Teleferê hatin veguhestin. Piştre 8 rojan ligel nêzîkî 300 keç û jinên êzîdî bi otobusê birin Sûriyê û wek destkeftên şer bi ser malên emîr û navendên DAIŞê de hatin belavkirin.

Ew keça êzîdî li rojhilatê bajarê Dêrazorê yê Sûriyê li mala berpirsê petrolê yê DAIŞê, Ebû Seyaf bû û piştî ku hat rizgarkirin, bo Bexdayê hat veguhestin û piştre anîn Hewlêrê. Beriya 2 hefteyan jî radestî mervên wê li Dihokê kirin.

Seîd Girizêrî ku kesekî nêzîkî wê keça êzîdî ye, wiha got: “Piştî çend rojan ji operasyona Amerîkayê me zanî ku keça me li Bexdayê ye. 2 kes ji me çûn Bexdayê û li wir ew dîtin, lê amerîkiyan ji wan re gotibûn nabe hûn wê ligel xwe bibin. Piştre şandin cihekî taybet li Hewlêrê.”

1ê Hezîranê ew keç dan malbata wê li Dihokê. Seîd behsa çawaniya wergirtina wê kir û wiha got: “Ji ber ku bav, dê, ap û birayên wê keçê di destê DAIŞê de ne, niha tenê 3 xuşkên wê mane ku ew karibe li cem wan bicih bibe, lê ew jî bimêr in. 2 kesan ji Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê keçka me anîn bajarê Zaxo û birin mala xuşkek wê. Yek ji wan amerîkiyan jin bû û ji keçkê re gotibûn, emê te bibin malên hersê xuşkên te, piştre tu biryar bide ku tu dixwazî ligel kîjanê bijî.”

Wek Saîd behs dike, “Piştre keçkê serdana hersê malên xuşkên xwe kir û biryar da ku li mala xuşka xwe ya Amêdiyê bimîne. Amerîkiyan soznameyek ji min û keçê û malbata wê xuşka wê ya xwediya malê re anîn û bi me dan îmzekirin û ji me re gotin ku nabe bi ti awayî em çîroka rizgarkirina wê ji ti kesî re bêjin.”

Seîd Girizêrî wiha domand: “Sedema wê yekê vedigere bo selametiya keçikê, ji ber ku malbat û mervên wê hêj di destê DAIŞê de ne. Amerîkiyan ji me re gotin ku em wê çîrokê ji kesî re bêjin, dê ew kes rastî aloziyan bên.”

Girizêrî ragihand: “Ev tişt bo wê keçê xedir e, ji ber ku eger rêxistinên mirovî nizanibin çi pê re çêbûye, nikarin alîkariya wê bikin bi taybetî ji aliyê derûnî ve. Herwiha ji aliyê alîkariya navxweyî ve jî tenê asayişê xaniyek ji wê û mala xuşka wê re girtiye û hew.”

Çekdarên DAIŞê havîna par piştî ku êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, nêzîkî 5 hezar jin, zarok û zilamên êzîdî dîl girtin û revandin.

Tê gotin heta niha hezar û 760 kes ji wan hatine rizgarkirin her wiha 1000 kes jî bo Sûriyê hatine veguhestin.
Top