• Sunday, 28 July 2024
logo

Karmendên Netewên Yekbûyî destdirêjiya seksî li jinên penaber kirine

Karmendên Netewên Yekbûyî destdirêjiya seksî li jinên penaber kirine
Li gor raporteke beşa lidûvçûnên navxweyî ya Netewên Yekbûyî, di heyama borî de bi dehan karmend û serbazên aştîparêz ên ser bi wê rêxistina navdewletî ve li çend welatên Afrîqa û welatê Haîtiyê, destdirêjiya seksî kirine ser zêdetirî 250 jinan.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Stephan Dujarek ji Rûdawê re ragihand: “Em bi awayeke berdewam lêkolînê derbarê wê bûyerê de dikin.”

Pêştir NY derbarê pêwendiya seksî ya karmend û serbazên aştîparêz ên xwe ligel penaberan de, digot, ew kesê dehf nadin û ew kar tenê de di demekê de tê kirin ku li hember pereyan be.

Lê berdevkê Netewên Yekbûyî di bersiva pirsiyara Rûdawê ya derbarê wê helwesta wan de got: “Her pêwendiyek di navbera karmendên NY û her penaberek an aliyek an her kesekê de ku mifayê ji alîkariyên NYyê werdigre, bi hemû awayî qedexe ye.”

Rudaw
Top