• Sunday, 28 July 2024
logo

Destdirêjiya Sêksî li keçek Efrînê hatiye kirin

Destdirêjiya Sêksî li keçek Efrînê hatiye kirin
Li bajarê Stanbol`ê 3 ciwanên Turk keça Kurd ya bajarê Efrînê Narîn Reşo ya temen 19 salî ya Rojavayê Kurdistan`ê ye revand û destdirêjiya sêksî li wê kirin û piştre ew kuştine.

Keça Kurd Narîn Omer ya bajarê Efrîn`ê ku li kargehek ya gundewarê bajarê Stanbol`ê kar dikir, rojana diçû karê xwe û demjimêr 8 û nîvê vedgeriya malê xwe, 3 ciwanên Turk ew bi otombêleke cûrê Jeep ku hejmara wê ya bajarê Riha ye, revandine deverekê ku xelk têde akincî nîne û destdirêjiya sêksî li wê kirin û piştre jî ew kuştine.

Piştî lêgerîn û lêkolînan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ew her sê tometbar hatine desteserkirin ku, niha di destê dadê de ne û wan tometbaran dan bi wê yekê kirine ku wan ew kar kiriye.

Eve di demekê de ye ku, hêzên ewlekariyê roja 14.05.2015.Pêmcşem`ê termê wê keçê dîtin ku ew hatiye kuştin.

Xendan
Top