• Sunday, 28 July 2024
logo

Baweriya çalakvanên jinan bi dadgehên Îranê tune ye

Baweriya çalakvanên jinan bi dadgehên Îranê tune ye
Çalakvanên mafên jinan dibêjin, di van salên dawî de çendîn keçên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî gumanî jiyana xwe ji dest dane yan hatine kuştin, lê heta niha sedema mirina wan eşkere nebûye, lewma ti baweriya wan bi dadgehên Îranê tune ye.

Berdevka Navenda Rêxistinên jinên Rojhilatê Kurdistanê, Fatme Osman ji Rûdawê re ragihand: “Yek ji sedmên xwepêşandanên Rojhilat, bê baweriya xelkê ye bi dezgeha dadweriya Îranê.”

Fatme Osman wiha got: “Ji ber doseyên wiha di salên borî de bê encam mane û ti biryarên dadperwerî derneketine. Hikûmeta Îranê dixwaze rûmeta xelkê Kurdistanê û bi taybetî ya jina kurd bişkîne.”

Osman wiha domand: “Girtina wan keysan heta niha ji desthilatên Îranê re diçû serî, lê xwepêşandanên rojên borî li Rojhilat û derve, ew peyam gehand Hikûmeta Îranê, ku êdî nema karin li hember wan doseyan bê biryar be ji ber ku xelkê Kurdistanê dê helwesta wan hebe.”

Berî 2 rojan li ser banga çend rêxistinên jinan li Rojhilatê Kurdistanê, bi hezaran hemwelatiyên Mehabadê li dijî kuştina bi guman a jineke kurd bi navê Firînaz Xusrewanî, li pêşiya hotêla Tara, dest bi xwepêşandanan kirin.

Xwepêşanderan li dijî kuştina wê jina kurd a ku di heman hotêlê de kar dikir, agir berdane hotêlê û piştre şer di navbera wan û hêzên polîs de derket. Polîs gaza rondikrêj û gule li hember xwepêşanderan bi kar anîn lewma derdora 30 kurdên wî bajêrî birîndar bûn.

Rudaw
Top