• Sunday, 28 July 2024
logo

27 kesan li Hewlêrê xwe kuştine

27 kesan li Hewlêrê xwe kuştine
Eger ev bobelat bi vî rengî heta dawiya salê berdewam bibe, dibe ku îsal wek sala xwekuştinê li bajarê Hewlêrê bê binavkirin.

Li gorî amareke polîsan, di nava 3 meh û nîvên îsal de, 27 kesan xwe li Hewlêrê kuştine. Polîs dibêjin, “ev hejmareke pir zêde ye.” Civaknasek jî rêzefîlmên doblajkirî wek sedemê van xwekuştinan dibîne.

Li gorî amareke polîsên Hewlêrê, ji destpêka îsal û heta 17ê Nîsanê, 27 kesan (15 mêr û 12 keç) bi riyên cuda cuda wek (teqe lixwekirin, xwexeniqandin û xweşewitandinê) dawî li jiyana xwe anîne. Vê hejmarê polîsên Hewlêrê mitûmat kiriye, çimkî ew dibêjin tu salê qasî îsal bûyerên xwekuştinê ne pir bûn.

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Karwan Xoşnaw ji Rûdawê re got: “Kesên ku xwe kuştine, bi piranî ciwan in û piraniya wan jî kêşeyên wan ên civakî bi malbatên wan re hebûn.”

Bûyera xwexeniqandina keçeke 11 salî bi riya xwedaleqandinê li taxa Sêtaqan li bajarê Hewlêrê di heftiya borî de, bûyera herî bibandor e di nav wan 27 bûyerên xwekuştinê de.

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Karwan Xoşnaw got: “Ew bûyer pir kartêker û balkêş bû. Ji ber çi keçeke di wî temenî de û bi vî rengî li xwekuştinê bifkire.”

Derbarê sedemên xwekuştina kesên di vî temenî de, bi nerîna Berdevkê Polîsên Hewlêrê Karwan Xoşnaw sedemê sereke ew rêzefîlmên doblajkirî ne ku di kanalên Kurdistanê de tên weşandin.

Dora 50 kanalên lokal li Hewlêrê hene û piraniya wan her şev rêzefîlmên doblajkirî belav dikin, tew hin kanal her şev 4 rêzefîlmên doblajkirî belav dikin.

Mamosteyê beşê civaknasiyê li zanîngeha Selahedînê Kazim Zirar, sêrkirina berdewam a şêniyên Kurdistanê li wan rêzefîlmên doblajkirî wek sedemekî dibîne bo dubarekirina wan reftaran.

Zêdeyî salekê ye Herêma Kurdistanê rastî krîzeke aborî ya dijwar hatiye, nexasim kesên ku karmend in û çavkaniya jiyana wan mûçeya wan e. Herwiha kesên ku li bazarê kar dikin û karê wan qels bûye.

Karwan Xoşnaw û Kazim Zirar krîza aborî wek sedemekî sereke dibînin bo peydabûna stresa derûnî li ser kesên ku xwe dikujin.

Kazim Zirar got: “Çimkî salên çûyî xelk bi xweşî dijiyan, lê niha rastî krîza aborî hatine û nikarin wek berê xwestekên xwe bicih bînin, lewma xwe dikujin.”

Gelek caran kesên ku xwe dikujin wiha difkirin ku bi xwekuştinê kêşeyên wan çareser dibin, lê wek Karwan Xoşnaw dibêje, ew kes li pey xwe gelek pirsgirêkan ji xizmên xwe re dihêlin:

“Kesê ku xwe dikuje wiha hest dike ku kêşeya wî xilas bû. Lê nizane kêşeyên piştî xwekuştina wî mezintir in. Lewma dibêjim xwekuştin çareserî nîne.”

Kazim Zirar behsa hin sedemên din ên xwekuştinê dike û dibêje: “Hinek kesên ku xwe dikujin di temenekî zû de dizewicin, lê dema rastî kêşeyan tên û çareserî ji wan re nîne, yan dema xizm nahêlin ciwan bi dilê xwe bizewicin, xwe dikujin.”

Rudaw
Top