• Sunday, 28 July 2024
logo

Rêjeya xwekuştina jinan li Îran`ê zêde dibe

Rêjeya xwekuştina jinan li Îran`ê zêde dibe
Duh jineke Kurd ya temen 25 salî ji navçeya Dêhluranî ya girêdayî bajarê Îlam ya Rojhelatê Kurdistan`ê agir berda canê xwe û dawî li jiyana xwe anî, tevî ku malbata wê hewl dan ku agir vemirênin, lê di dawiyê de agir bi birayê wê jî ket û birîndar bû.

Her weha welatiyeke din ya bi navê Yezdan Nezerî ya temen (24) a ji Îskamî ya Kamyaran di mala xwe de xwe daliqand û jiyana xwe ji dest da.

Bûberên xwekuştinê di demekê de ye ku, j ber tengbûna azadiyê, zextên siyasî û aborî yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li hemberî rojhilata Kurdistanê, rêjeya xwe kuştinê zêde bûye, digel belavkirina maddeyên Hişber, hejarî û bêkarî pirsgirêkekî din a Rojhilatê Kurdistanê ye, ev jî dibe sedem ku ciwan dawî li jiyana xwe bênin.

Xendan
Top