• Sunday, 28 July 2024
logo

Silêmnî- Jineke 113 salî xwe şewitand

Silêmnî- Jineke 113 salî xwe şewitand
Jineke 113 salî li Silêmaniyê xwe şewitand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Polîsê Silêmanî ji Rûdawê re ragihand: “Jina bi navê (S.R) ku temenê wê 113 salî bû, li taxa Xebat ya bajarê Silêmanî roja 7ê meha Nîsanê agir bi xwe xist û ji ber rêjeya mezin ji şewata wê, jiyana xwe ji dest da.”

Polîs derbarê lêkolînê de wiha got: “Ew jin nexweşiya wê ya derûnî hebû û di 14 saliya xwe de ango beriya 99 salan xwestibû xwe bişewitîne.”

S.R sala 1902 jidayîk bûye û di 113 saliya xwe de, xwe şewitand.
Top