Keştiyekî Îranê di kendavê de noqî avê bû
Cîgira rêveberê giştî ya Bender û Behrevanî ya parêzgeha Hurmizganê Îsmaîl Mekî Zade aşkera kir ew bûyer roja Îna borî pêkhatiye û keştiyekî Îranê ya cureya Lindîng Kraft li başûrê girawa Lark rastî bûyerekî hatiye û piştre noqî avê bûye û 7 kes ji karmend û rêwî têde bûne û naha winda û bêserşûm bûne.’’
Herwaha got, duh piştî nîvro demjimêr 15:00ê piştî lêgerên tîmên hewarçûna behrê, bedena keştiya noqî avê bûye li rojavayê navçeya Kuhistekê hatiye dîtin. Lê hîn ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan 7 kesan li berdest nîne.
Tê gotin 6 hemwelatiyên Îranê û kesekî Hindî di wê keştiyê de bûne.
Basnews