• Sunday, 21 July 2024
logo

Keştiyekî Îranê di kendavê de noqî avê bû

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Keştiyekî Îranê di kendavê de noqî avê bû
Li gor gotinên berpirsên Îranê, çend rojên borî keştiyekî biçûk a Îranê li başûrê girawa Lark a Kendavê rastî bûyerekî hatiye û noqî avê bûye û 7 kes bêserşûm bûne.

Cîgira rêveberê giştî ya Bender û Behrevanî ya parêzgeha Hurmizganê Îsmaîl Mekî Zade aşkera kir ew bûyer roja Îna borî pêkhatiye û keştiyekî Îranê ya cureya Lindîng Kraft li başûrê girawa Lark rastî bûyerekî hatiye û piştre noqî avê bûye û 7 kes ji karmend û rêwî têde bûne û naha winda û bêserşûm bûne.’’

Herwaha got, duh piştî nîvro demjimêr 15:00ê piştî lêgerên tîmên hewarçûna behrê, bedena keştiya noqî avê bûye li rojavayê navçeya Kuhistekê hatiye dîtin. Lê hîn ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan 7 kesan li berdest nîne.

Tê gotin 6 hemwelatiyên Îranê û kesekî Hindî di wê keştiyê de bûne.

Basnews
Top