• Sunday, 28 July 2024
logo

Xortekî tirk penabereke Kurd serjêkir

Xortekî tirk penabereke Kurd serjêkir
Çend xortên tirk, penabereke Kurd a Rojavayê Kurdistanê li Entabê revandin û serjêkirin, piştî ku red kiribû hevjîniyê ligel yek ji wan xortan pêk bîne.

Penaberekî Rojavayî li navçeya Nizib a ser bi Entabê ve îro, 22.03.2015, ji BasNewsê re got: “Keça Kurd Evîn Xelîl, 21 sal. ku ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, duh Şemiyê ji aliyê xortekî tirk û hevalên wî ve hat serjêkirin.”

Li gor ku wî penaberî daye zanîn, wan xortan berî niha gef li Evîn û malbata wê xwaribûn, ji ber ku “Evîn razî nebibû ku bibe hevjîna yekî ji wan.”

Niha jî polîsên tirk ew xort û kesên ku alîkariya wî kirine girtine.

Heman penaberî diyar kir jî ku, niha malbata Evîn lê hêviya lêkolîna Pizîşkê Dadwerî ye, da ku karibin termê çekika xwe werbigirin û bi axê bispêrin.

Basnews
Top