• Sunday, 21 July 2024
logo

Muna Qehweçî: Hikûmeta herêma Kurdistanê ti bahaneyek bo hikûmeta Iraqê nehiştiye

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Muna Qehweçî: Hikûmeta herêma Kurdistanê ti bahaneyek bo hikûmeta Iraqê nehiştiye
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê ragehand, amadekarî bo civîna sibe ya şandeya danûstankdar a herêma Kurdistanê û parlamentoyê temam bûne û şandeya danûstankar hûrgiliyên rêkeftinê dê dayne pêş parlamentoyê.

Îro 27.12.2020ê sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ji BasNewsê re ragehand, amadekarî bo civîna sibehê ya şandeya danûstankar a herêma Kurdistanê û parlamentoyê temam bûne, ku di wê civînê de 45 parlamenter dê beşdar bibin.

Derbarê giringiya civînê de jî got: ‘’Ev yek derdixe ku hikûmeta herêma Kurdistanê şefaf e û naveroka rêkertinan dide pêş parlamenteran.’’

Derbarê guftûgoyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî aşkera kir, hikûmeta herêma Kurdistanê hemû amadebûnek nîşan daye bo bicîhanîna rêkeftinan û ti bahaneyek bo neşandinda mafên darayî yên herêma Kurdistanê nehiştiye.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê derbarê mekanîzma û encamên civînê de jî balkêşa ser wê yekê ku şandeya danûstankar hûrgiliyên rêkeftinê dê bixin pêş parlamenteran û dem zêdetir dê bê dayîn ji herdu lijneyên taybetmend ku pêşneyar û pirsên xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Basnews
Top